Mesrûr Barzanî bersiva pirsên hejmarek welatiyan dide

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bersivdana pirsên welatiyan de berdewam e, ku bi riya sosyal medya bi riya haştaga ji min bipirse “لێم بپرسە” jê hatibû kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bersivdana pirsên welatiyan de berdewam e, ku bi riya sosyal medya bi riya haştaga ji min bipirse “لێم بپرسە” jê hatibû kirin.

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 8ê Hezîrana bûrî, bi riya Facebook û Instagrama xwe haştaga “لێم بپرسە” ji min bipirse belav kiribû û îro jî bersiva beşek ji pirsan da.

Serokê Hikumeta Herêmê di bersiva pirsekê de ragihand, ji destpêka bikarbûna kabîneya nehem, tekezî li wê hate kirin, pêwîst e jêderên dahata Herêma Kurdistanê bêne firehkirin û tenê pişt bi daha petrolê girê nedin û pêwîst e girîngî bi karta çandinî, geştiyarî û pîşesazî bê dayîn.  

Herwiha got: Pêwîst e dahat hikûmetê bê berfirehkirin û wek pêngava yekem jî, me pêwendî bi welatên derve re kir, ji bo dîtina bazarê ji berhemên çandiniyê û berhemên nevxwe”.

Herwiha Mesrûr bersiva çend pirsên derbarê jiyana wî ya taybet jê hatine pirsîn jî dide.

 

 

S. B