Wezareta tendirustiyê amarên 24 demjimêrên bûrî yên Koronayê belav kirin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên bûrî yên Koronayê belav kirin û ragihand, 8 kesan canê xwe jidest dan û 88 kes jî baş bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên bûrî yên Koronayê belav kirin û ragihand, 8 kesan canê xwe jidest dan û 88 kes jî baş bûn.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir, di 24 demjimêrên bûrî de 187 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 39 kes li Hewlêrê, 89 kes li Silêmaniyê, 44 kesa li Germiyan, 10 li Raperîn û 5 kes li Duhokê ne.
Amaje bi wê jî da, di 24 demjimêrên bûrî de, 8 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan û 88 pêketiyên Koronayê baş bûn.
Amarên giştî:
Pêketin: 6844 (Hewlêr: 1572, Silêmanî: 4891, Duhok: 1108)
Mirin: 231 (Hewlêr: 29, Silêmanî: 198, Helebce: 4)
Başbûn: 2252 (Hewlêr: 936, Silêmanî: 1080, Duhok: 144, Helebce: 65)
Mana li nexweşxaneyan: 4361 (Hewlêr: 580, Silêmanî: 3613, Duhok: 39, Helebce: 129)
S. B