Li Efrînê teqînekê rû da

Li Efrînê bombeyek teqiya û li gor zanyariyên destpêkê kuştî û birîndar hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê bombeyek teqiya û li gor zanyariyên destpêkê kuştî û birîndar hene.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, bombeyek ku li ber deriyê dibistana Meyselon hatibû danîn teqiya û di encamê de çekdarek hat kuştin û hejmarek kes birîndar bûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, rewşa ewlehiya herêma Efrînê bi yekcarî têk çûye û her car teqîn di nava bajêr de tên kirin û xelkê sivîl dibin qurbanî.

 

 

S. B