Serokê terîqeta Qadirî koça dawiyê kir

Serokê terîqeta Qadirî li Kurdistan û cîhanê, şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî îro koça dawiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê terîqeta Qadirî li Kurdistan û cîhanê, şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî îro koça dawiyê kir.

Şêx Nehro kurê Şêx Mihemed Kesnezanî ji K24 re ragihand, bavê wî îro danê sibê li Amerîka û ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir.

Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî, sala 1938 li gundê Kirbecine yê nahiya Sengaw ya Silêmaniyê jidayîk bûbû, piştî koçakirina bavê wî şêx Ebdukerîm, ew bû serokê terîqeta Qadirî.

Ji meha Sibata îsal ve, rewşa tendirustî ya şêx Mihemed têk çûbû û ji bo wergirtina çareseriya bijîşkî, bo nexweşxaneyên Amerîka hatibû veguhastin.

 

S. B