Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata Şêx Mihemed Kesnezanî dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê bi boneya koça dawiyê ya Şêx Mihemed Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê bi boneya koça dawiyê ya Şêx Mihemed Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî belav kir.

Di peyama serxweşiyê de hat, bi mixabiniyeke mezin nûçeya koça dawiyê ya Rêberê Terîqeta Qadirî Şêx Mihemed Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî gihîşt me.

Serokê Hikûmetê hevxemiya xwe derbirî û di peyamê de nivîsî, serxweşiyê li malbata birêz û murîdan û tevahiya peyrewên terîqa Qadirî dikin. Xwedêyê mezin bi bihuştê şad bike û aramî û dilniyabûnê bi hemûyan bibexişe.

Rêberê Terîqeta Qadirî Şêx Mihemed Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî îro li Amerîka koça dawiyê kiribû.

 

S. B