Wezareta Samanên Suriştî: Şandina petrolê wek mehên berê ye
Wezareta Samanên Suriştî ragehand, pirose ya şandina petrola Herêma Kurdistanê wek mehên berê ye.
K24- Hewlêr
Wezareta Samanên Suriştî ragehand, pirose ya şandina petrola Herêma Kurdistanê wek mehên berê ye.
Di daxuyanîyeka Wezareta Samanên Suriştî de hatîye, her nûçeyek derbarê guhertinê di piroseya şandina petrolê de dûre ji rastîyê û ew pirose wek mehên berê birêve diçe.
Wezareta Samanên Suriştî ewê nûçeyê red dike ku behsa wê yekê dike, şandina petrola Herêma Kurdistanê bo 267 hezar bermîlên rojane daketîye.