Hêzên Pêşmerge çeperên xwe tundtir dikin

Di dawîn xalên berevanîyê li Herêma Kurdistanê û li mîhewera Giwêr Pêşmerge mijûlî tundkirina xwe û nûkirina çeperên xwe ne. Ew amaje bi wê yekê dikin, ku di evê rewşê de, Herêma Kurdistanê wek piranîya cîhanê mijûlî xweparêzîyê ye ji Vayrosa Koronayê, ew amadene bo lêdana her livînekê bi taybet li wan deverên Daiş tê de mane.

K24- Hewlêr

Li mihwera Giwêr û di dawîn xalên berevanîyê ji Kurdistanê, Pêşmerge çeperên xwe tundtir û bihêztir dikin bi sedema serheldan Daişê li hinek deveran, tim di amadebaşîyê de ne. berpirsê yeke ya 50 ya fermande ya Germîyan behsa xweparêzîya hêzên Pêşmerge dike bo rûbirûbûna Vayrosa Koronayê û hevdem jî encamdana erkên xwe.

Hêzên Pêşmerge tim çavên wan li ser her livînekê ye ku li wan deveran rû bide. Dawîn xala hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li wê sinûrê, gundên Ereban in, ku çend caran çekdarên Daişê têde hatine dîtin û ew gund bûyîne bingehên wan û cihê veşartina wan çekdaran. Di evan deman de bi nûkirina çeperên berevanîyên xwe, xwe tundtir kirine bo egera her rûbirûbûnekê.