Nerîna Tenduristîya Hewlêrê derbarê dirêjkirina qedexe ya hatinûçûnê

Er. Dilovan Mehemed, rêveberê Tenduristîya Hewelêrê bi Kurdistan 24 re ragehand, ew li gel dirêjikirina dema qedexeya hatinûçûnê ne, lê heke qedexe ya hatinûçûnê nehêt dirêjkirin, divê rêkar tund û mukim bin daku tîmên tenduristîyê karên xwe bi başî bikin

K24- Hewlêr

Ragehand jî, me pê başe qedexeya şevan berdewam be.

Amaje bi wê yekê jî kir, di çend rojên dahatî de, hejmara haletên tûşbûnê li Hewlêrê dê kêm bibin bi sedema qedexe ya hatinûçûnê.

Derbarê haletên Koronayê li Hewlêrê got: 580 nexweş niha li Hewlêrê hene. Ji evê hejmareyê şeş nexweş di bin çavdêrîya zêde de ne û tenduristîya wan necêgîre. Herweha 30 nexweşan jî nîşaneyê tund hene.

Biryare evro derbarê dirêjkirina qedexeya hatinûçûnî li Hewlêr biruyarên nû bihên dan.