Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Şêx Mihemed Şêx Abdulkerîm Kesnezanî
Bi boneya koça dawîyê yê Şêx Mehemed Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî, Serok Barzanî peyameka serxweşîyê arasteya malabata Xweda lêxweşbûyî kir, ev jî deqa wê peyamê ye:
K24- Hewlêr
Bi boneya koça dawîyê yê Şêx Mehemed Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî, Serok Barzanî peyameka serxweşîyê arasteya malabata Xweda lêxweşbûyî kir, ev jî deqa wê peyamê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Şêx Nehro Şêx Mihemed Şêx Abdulkerîm Kesnezanî
Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya bavê we yê birêz Şêx Mihemed Şêx Abdulkerîm Kesnezanî Serokê Terîqeta Qadirî Kesnezanî li cîhanê gihîşt me.
Bi vê helkefta xemgîn ve pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz û hemû dost û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî Şêx Mihemed bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
انا للە وانا الیە راجعون
Mesûd Barzanî
04.07.2020