Dahata derîyên sinûrîyên Îraqê 10 milyar dolare û tenê yek milyar digehe hikumetê
Perlemantarekê Îraqî aşkera dike, dahata salane ya derîyên sinûrî yên Îraqê digehe 10 milyar dolaran.
K24- Hewlêr
Perlemantarekê Îraqî aşkera dike, dahata salane ya derîyên sinûrî yên Îraqê digehe 10 milyar dolaran.
Mazin Feylî, endamê Civata Nwênerên Îraqê ragehandîye, li gor amaran dahata salane ya derîyên sinûrî yên Îraqê digehe 10 milyar dolaran, lê tenê milyarek dolar diçe di gencîne ya hikumetê de.
Ev perlemanta daxwaz ji hikumetê jî dike, bi zûtirîn dem çaksazîyê di gumrik û derî yên sinûrî de destpêbike.
Amaje bi wê yekê jî kirîye, pêwîste çareserîyek bihêt vedîtin û ew samanê dihête zayerkirin bihête vegerandin bo hikumetê û di beranber de bo kerta pîşesazî û çandinê û bilindkirina asta berhemê navxweyê bihêt xerc kirin.
Daxwaz jî dike, bo zelalîyê di dahatê de, sîstema karkirinê di wan derîyên sinûrî de bibe elikitronî û rêveberîyeka mukim bo rêveberina wan derîyan bihên danan.