Renge Îraq pirsa hêrişên Tirkiyê bo ser deverên sinûrî bibe Civata Asayîşê

Îraq behsa wê yekê dike pena bibe ber Civata Asayîşa Nêvdewlet li dijî hêriş û burdûmanên Tirkiyê û belavbûna hêzên wî welatî li deverên sinûrîyên Herêma Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Îraq behsa wê yekê dike pena bibe ber Civata Asayîşa Nêvdewlet li dijî hêriş û burdûmanên Tirkiyê û belavbûna hêzên wî welatî li deverên sinûrîyên Herêma Kurdistanê.

Ehmed Sehaf, gotebêjê wezareta derve ya Îraqê ragehand, bo ragitina hêrişên asmanîyên Tirkiyê û belavbûna supayê wê li deverên sinûrî, renge Îraq pena bibe ber Civata Asayîşa Nêvdewletî.

 Tekez jî kir, di egera berdewambûna Tirkiyê li ser wan hêriş û burdûmanan, pêdaçûnê bi peywendîyên xwe yên bazirganî li gel Tirkiyê dikin.

Ev di demkê de hêrişên asmanîyên Tirkiyê bo ser PKKyê li deverên sinûrîyên Herêma Kurdistanê berdewam e.