Parêzgerê Hewlêr daxwaz ji hikumetê dike kirê ya kirêçîyan bihêt kêmkirin
Di nivîsarekê de bo serokatîya Civata Wezîran, ku kopîyeka wê bo Kurdistan 24 hatîye şandin, Firset Sofî, Parêzgarê Hewlêrê dazwaz ji hikumeta Herêma Kurdistanê dike, karsanhîyê bo kirêçîyan bihête kirin, daku kirêya sê mehan bo wan bihêt kêmkirin, ku bi sedema Kerentîneyê û qedexey a hatinûçûnê bûye bargiranî li ser wan.
K24- Hewlêr

Herweha daxwaz kirîye, biryar pêwîst derbarê wê yekê bihêt dan û heke pêwîst be, ev biryar bila bihêt şandin bo perlemana Kurdistanê û têde bi kêmî ve bo dema sê mehan bi rêjeyeka berçav kirêyan wan cihên bi temamî hetine daxistin, bihên kêmkirin.