Hikumeta Herêma Kurdistanê bacê dixe ser kompanyayên petrol û gazê
Yek ji biryarên hikumeta Herêma Kurdistanê, danan bacê ye li ser kopanyayên petrol û gazê li Herêma Kurdistanê ku bacê nadin. Bo evê mebestê jî, dîwsns çavdêrîya darayîyê û daxwazkarê gitşî yê Herêma Kurdistanê hatin raspartin daku dûvçûnê bikin bo keysa petrol û gazê. Rêvebrîya Bac û Derametê jî hatîye agahdarkirin ku nabe çavpoşîli ti kopanyayekê bihêt kirin.
K24- Hewlêr

Kompanyayên navxweyî û bîyanî di bwarê petrol, gaz û parzûnên petrolê bi sepandina bacê di çarçoveya yasa û rênimayîyan de dê bihên pabendkirin. Ev pêngav yeke ji biryarên çaksazîya hikumeta Herêma Kurdistanê bi armanca bilindkirina dahatê. Endamekê komîteya darayî diperlemana Kurdistanê de dibêje, zîdetir ji 800 kompanyayên taybet bi petrol û gazê li Herêma Kurdistanê hene û bû dûvçûnê jî komîteyek hatîye pêkhînan.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê piştî gengeşekirina mijara sepandina bacê bi ser kopanyayên petrolê de, her yek ji Dîwana Çavdêrîya Darayîyê û daxwazkarê giştî hatin raspartin ku dûvçûnê bikin bo keysên petrolê û çavên xwe li ti kompanyayekê ne daxin. Li gor wê biryarê careka din li girêbest û şêwaza karkirina wan di biyavên petrolên Herêma Kurdist de dinerin. Danana bacê jî li gor qebareya weberhînana her kompanyayekê dibe. Bi nerîna serokê desteya destpakîyê, biryarên çaksazîyê di girêbestên petrolê de pêngaveka biwêrane ye bo heme corkirin û zêdekirina çavakanîyên dahatê.
Car din darijtina yasaya bac û lêxweşbûna gumrikî yeke ji biryarên çaksazî ya kabîne ya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê. ji destpêka evê mehê ve jî pişkeka mezin ji biryaran ketine di warê cêbicêkirinê de. Derbarê danan bacê û nehêştina pişkeka mezin ji lêxoşbûnên gumrikî, hikumetê tevaya kompanyayên petrol û gazê agahdar kirine. Lêxweşbûn û çavpoşî ji ti kompanyayekê navegire.