Hêzên Îranî şivan û pezê Herêma Kurdistanê armanc dikin
Di dawî pêşhat de jî, şivanekî 15 salî bi guleya hêzên Îranî li nava xaka Herêma Kurdistanê birîndar bû û niha hîna di bin çavdêriya bijîşkî de ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Salane di werzê Buharê de hejmarek mezin ji koçeran ji bo çêrandina pezên xwe, diçin zozanên devera Balekayetî, lê hêzên Supaya Îranê guleyan bi ser şivan, koçer û pezên wan de berdidin. Di dawî pêşhat de jî, şivanekî 15 salî bi guleya hêzên Îranî li nava xaka Herêma Kurdistanê birîndar bû û niha hîna di bin çavdêriya bijîşkî de ye.
Hemedemîn Resûl, yek ji qurbaniyên destdirêjiya hêzên Îranê ye, li zozana Wîze dibêje, berî çend rojan 40 serî mî bi guleyên hêzên Îranî ve hatin armanckirin û kuştin, dîmenên kuştina miyan jî bi molbayla xwe tomar kiriye.
Zozanên Balkayetî, di sînorê Pîranşarê Rojhilatê Kurdistanê ye, salane ji navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê di werzê Buharê de bi hezaran seriyên pez ji bo çêrandinê ji bo zozanan tên birin û koçer heta werzê Payîzê dimînin.
Îsal ji bilî bicihbûna hêzeke zêdetir li ser sînor û avakirina kela û binkeyên serbazî ji aliyê Îranê ve, gelek caran hêzên Îranî ji xalên sînorî ve yan jî derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê dibin û guleyan bi ser koçer û pezên wan de berdidin.
S. B