Serokê Hikumetê bersiva hejmareka din a pirsên welatîyan dide

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê berdewame li ser bersivdana pirsyarên hevwelatîyan. Di pişka sêyem bersivadan wan pirsyaran, bersiva sê pirsyaran dide ku yek ji wan taybete bi karkerên bîyanî.

K24- Hewlêr

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê berdewame li ser bersivdana pirsyarên hevwelatîyan. Di pişka sêyem bersivadan wan pirsyaran,  bersiva sê pirsyaran dide ku yek ji wan taybete bi karkerên bîyanî.

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, evro Şembîyê, 4/7/2020 besiva sê pirsyaran da li ser (rêjeya karkerên bîyanî li Herêma Kurdistanê, cudhîkirinê di navbera bajêran û kêm kenîya wî).

Erê tu cudahîkirin di navbera bajarên Herêma Kurdistanê dikî?

Di bersiva evê pirsyarê de, Mesrûr Barzanî dibêje: Na wellah bi ti awayekê cudahîyê di navbera bajêran de nakim. Hemû bajêran bi bajarê xwe dizanim û hemû hevwelatîyên Kurdistanê jî bi xwîşk û birayên xwe dizanim. Xwe jî bi xizmetkarê hevwelatîyan dizanim li her bajar, bajarok û gundekî jî be.

Kêmkirina karkerên bîyanî û rexsandina delîve ya kar bo xortan

Hejmareka mezin ji wan pirsyarên arasteya serokê hikumetê hatine kirin, daxwaz kirine rêjeya karkerên bîyanî li Herêma Kurdistnaê bihên kêmkirin û li şûna wan delîve bihêt dan bo xelkên welatî. Herweha daxwaza damezirandina derçûyên zankoyan û rexsandina delîveya kar bo xortan di kerta taybet de hatiye kirin.

Mesrûr Barzanî derbarê vê yekê dibêje: Gelek raste, hemû hewlekê didin daku delîveyên kar bo xelkên xwe berî her kesekî din birexsînin. Ev jê bi pêşxistina kerta taybet dibe, me daxwaz ji piranîya kompanyayên navxweyî û bîyanî kirîye, ku ew karmendên wan pêwîst in piranîya wan divê fermaneber û karkerên navxweyî bin. Eger pêwîst be pisporên derve jî li gel me berdewam bin heya em dikarin bibin xwedî pisporîyê navxweyî. Wek bername ya hikumetê me ev yek daxwaz kirîye û em rijtin û berdewam dibin li ser wê yekê ku piranîya damezrandinan di wan kompanyayan de bo xelkê navxwe be. Em berdewam dibîn daku giringîyê bidin kerta taybet, berdewam dibîn daku wan delîveyên kar durist bikin, cihê daxyê ye bi sedema evê rewşa xiraba Koronayê me nekarîye, evan bicih bikin, lê hêvîdarin, di demeka nêzîk de, berdwam bîn di cîbicîkirina bernameyan.

Çima tu gelek nakenî?

Ev jî pirsyareka dîye ku arasteya serokê heikumetê hatîye kirin û ew bi kenî ve bersiv dide, bi xweda nizanim, eve niha ez dikenim, heke pêwîst bi kenîyê nebe, nizanim çawa bikenim, lê heke pêwîst jî be, gelek hez dikim bikenim û hêvîdarim bersiva min bi dilê te be.