Li Silêmaniyê kesekî din bi Koronayê canê xwe jidest da

Îro danê sibê kesekî din li bajarê Silêmaniyê bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro danê sibê kesekî din li bajarê Silêmaniyê bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest da.

Rêvebirê Tendirustiya Nexweşxaneya Şehîd Tahir Elî Welî Beg li bajarê Silêmaniyê Dr. Azad Hewramî ji K24ê re ragihand, îro danê sibê peyayekî 69 salî bi Koronayê canê xwe jidest da.

Dr. Azad Hewramî diyar kir jî, kesê canê xwe jidest daye, nexweşiyeke wî ya din ê dirêj hebû.

Bi vî awayî, li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane gihîştiye 241 kesan. Herwiha heta niha ji koma 7 hezar û 48 pêketiyan jî, 2 hezar û 520 kes jî baş bûne.

 

S. B