Li Efrînê teqîn.. 2 çekdar hatin kuştin

Li nava bajarê Efrînê teqînek hat kirin û di encamê de hejmarek ji çekdaran hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li nava bajarê Efrînê teqînek hat kirin û di encamê de hejmarek ji çekdaran hatin kuştin.

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, îro danê sibe li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê otombîleke li baregeha grûpa El Hemzat hat teqandin û di encamê de 2 çekdarên di otombîlê de bûn hatin kuştin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, rewşa ewlehiya herêma Efrînê bi yekcarî têk çûye û her car teqîn di nava bajêr de tên kirin û xelkê sivîl dibin qurbanî.

Pêr jî bombeyek ku li ber deriyê dibistana Meyselon li taxa Eşrefiyê hatibû danîn teqiya û di encamê de çekdarek hat kuştin û hejmarek kes birîndar bûn.

 

S. B