Li Hewlêrê 2 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan

Îro 2 kesan li Hewlêrê bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 2 kesan li Hewlêrê bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.

Rêvebirê Nexweşxaneya Îmaratî li Hewlêrê Dr. Şaxwan Xeylanî ji K24ê re ragihand, îro du kesên din li Hewlêrê bi Koronayê canê xwe jidest dan, temenê yekî 60 û yê din 47 salî bû.

Dr. Şaxwan Xeylanî da zanîn, heta niha 75 pêketiyên Koronayê li nexweşxaneya Îmaratî di bin çavdêriya tendirustiyê de ne. Rewşa piraniya wan cîgir e û hinan jî ne cîgir e.

Bi vî awayî, li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane gihîştiye 243 kesan.

 

S. B