Parlemana Kurdistanê rewşa navçeyên sînorî vedikolîne
Parlemana Kurdistanê raportekê di derbarê wê rewşê de amade dike û piştre jî ji bo çareserkirina rewşê dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rewşa navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji ber topbaran û bombebarana Tirkiye û Îranê ve aloz e, ji ber wê jî Parlemana Kurdistanê raportekê di derbarê wê rewşê de amade dike û piştre jî ji bo çareserkirina rewşê dicive.
Çend hefte ne rewşa navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji ber destpêkirina operasyonên serbazî yên Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê aloz bûye. Ji bilî wê, şer jî di navbera wan de li sînorê Zaxo derketiye. Ji aliyekî din ve jî, Îran navçeyên sînorî yên Hacî Omeranê topbaran dike.
Di wê derbarê de, Cîgirê Serokê Parlemanê Hêmin Hewramî ji K24ê re got: “Ji çend rojan ve ji ber topbaran û bombebarana navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê bi sedema hebûna PKKê li navçeyên çiyayî, rewşa wê navçeyê aloztir kiriye. Li Parlemanê Komîta Pêşmerge, Navxwe û Pêwendiyan civiyan û çend komîte ava kirine û serdana navçeyên sînorî yên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê dikin û dê raportekê hildin Serokatiya Parlemanê. Piştre Parlemana Kurdistanê bi beşdariya wezîrên pêwendîdar wek Wezîrê Pêşmerge û Wezîrê Navxwe li ser wan raportan dê dicive, ji bernameya karê ya pêwîst bê danîn.
Ji ber bombebarana Tirkiyê di çend rojên bûrî de, 5 kes li sînorê Duhokê şehîd bûne, bi giştî jî di 3 salên bûrî de 27 welatiyên Herêma Kurdistanê ji ber şerê Tirkiye û PKKê li wê parêzgehê şehîd bûne.
Komîteke Parlemana Kurdistanê îro danê sibê gihîştibû qezaya Çomanê û ligel Qeymeqamê Çoman û berpirsên pêwendîdar derbar rewşa navçeyên sînorî civiyabû.
Parlemanterê Parlemana Kurdistanê Bilind Îsmaîl ku endamekî wî komîteyê ye ji K24ê re got: “Em bo naskirina rewşê ji nêzîk ve bibînin û çareserkirina rewşa heye, me serdana navçeyê kiriye, heta hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bizanin çi bikin. Dixwazin ji nêzîk ve welatiyên ku ziyan gihîştine wan bibînin.”
S. B