Îranê hejmaraeka pîvaneyî ji can jidestdanê bi Koronayê tomar kir

Îranê ragehand, di 24 demjimêrên bûrî de, 163 kesan bi Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dan e û ev jî mezintirîn rêjeya can jidestdanê ye ji destpêka serheldana wê nexweşîyê li wî welatî ji meha Şubatî burî ve.

K24- Hewlêr

Di nav welatên Rojhelata Navîn de, Îranê ji hemûyan zêdetir zîyan bi koronayê pêketî ye, bi sedema mezinîya hejmara tûşbûyan û can jidestdanê bi Vayrosa Koronayê. Hejmara pîveaneyîya can ji destdanê bi Koronayê li Îranê di rojekê de 162 kes bû.

Sîma Sadat Larî gotebêjê wezareta Tenduristîya Îranê bi televizyona fermîya welatê xwe ragehand, hejmara wan kesên di 24 demjimêrên bûrî de, li Îranê bi Koronayê xanên xwe ji dest dane gehiştîye  163 kesan, bi evê yekê jî hejmara giştîya can ji destdanê bi Vayrosa Koronayê li Îranê gehişte 11 hezar û 571 kesan.

Herweha ragehan,  di 24 demjimêrên burî de 2,560 kesên din tuşî Koronayê bûn e û hejmara giştîya tûşbûyên Koronayê  gehişte 240 hezar û 438 kesan.