Li Îraqê 105 kesan bi Koronayê canên xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara bandora Vayrosa Koronayê li seranserê welatî bi parêzgehên Herêma Kurdistanê ve jî, di 24 demjimêrên burî de ragehand.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara bandora Vayrosa Koronayê li seranserê welatî bi parêzgehên Herêma Kurdistanê ve jî, di 24 demjimêrên burî de ragehand.

Li gor ragehandina Wezareta Tenduristîya Îraqê, di dema 24 demjimêrên burî de, pişkinîna pizişkî bo 11 hezar û 711 gumanlêkirîyên helgirên Vayrosa Koronayê hatîye encamdan û tûşbûna 2 hezar û 125 kesên din bi wê nexweşîyê hatîye piştrastkirin.

Wek di wê ragehandinê de hatîye, di dema şevek û rojekê de, 105 kesna bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dane.

Hevdem 1940 kes jî wê nexweşîyê baş bûne.

 Heya niha ewên li seranserî Îraqê tûşî Koronayê bûne hejmara wan gehiştîye 60 hezar û 479 haletan. Ji evê hejmarê 2 hezar û 473 kesan bi sedema Korona canên xwe ji dest dane, herweha 33 hezar û 17 kes jî bi temamî baş bûne û 24 hezar 989 kes jî di nexwşxaneyan de di bin çavdêrîya pizîşkî de ne. Ji evê hejmarê jî 306 kesa bi sedema ne akincîya rewşa tenduristîya wan di jêr çavdêrîya çir s pizîşkî de ne.