35 pêketiyên Korona li Hewlêrê baş bûn

35 tûşbûyên Vayrosê Korona li Hewlêrê çareser bûn.

K24- Hewlêr

35 tûşbûyên Vayrosê Korona li Hewlêrê çareser bûn.

Rêvebirê kargêrî yê beşê navxweyî yê 18ê Şibatê li Hewlêrê Saman Osman ji Kurdistan 24 re ragihand, ji koma 188 tûşbûyên Korona ku li wir di bin çavdêriya pizîşkî de bûn , 35 ji wan piştî wergirtina çareseriya pizîşkî baş bûne û ji bo malên wan hatine şandin.