Tirkiye careke din ava vexwarinê li ser Hesekê qut kir

Peyamnêra Kurdistan24 li Hesekê ragihand, Artêşa Tirkiyê carek din av a vexwarinê liser bajarê Hesekê û gundên derdorê qut kir. Ev jî bo sedem a rawestandina kar di Wêstgeha Elok a avê de vegerand.

K24- Heseke- Rojavayê Kurdistanê

Peyamnêra Kurdistan24 li Hesekê ragihand, Artêşa Tirkiyê carek din av a vexwarinê liser bajarê Hesekê û gundên derdorê  qut kir.  Ev jî bo sedem a rawestandina kar di Wêstgeha Elok a avê de vegerand.

Ajansa SANA ya fermî ya hikumeta Sûriyê  ji zimanê Rêveberê Dezgeha av a Hesekê    veguhestiye, Artêşa Tirkiyê karên Wêstgeha av a Elok ji şeva borî ve rawestandiye, û rê jî, liber karmendên dezgeha avê girtiye û rê nade derbasî  Wêstgehê bibin.

Ji dema dagîrkirina Serêkaniyê ji alî Artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser ve, ev dibe zêdetir ji carekê  Tirkiyê karên Wêstgehê radiwestîn e, û dide zanîn, li beramberî vekirina avê HSD  rê bide  kehreb   ji bendava Tişrîn, bigihe navçeyên di destê Artêşa Tirkiyê de .