Tirkiye careke din ava vexwarinê li ser Hesekê qut kir
Peyamnêra Kurdistan24 li Hesekê ragihand, Artêşa Tirkiyê carek din av a vexwarinê liser bajarê Hesekê û gundên derdorê qut kir. Ev jî bo sedem a rawestandina kar di Wêstgeha Elok a avê de vegerand.
K24- Heseke- Rojavayê Kurdistanê
Peyamnêra Kurdistan24 li Hesekê ragihand, Artêşa Tirkiyê carek din av a vexwarinê liser bajarê Hesekê û gundên derdorê qut kir. Ev jî bo sedem a rawestandina kar di Wêstgeha Elok a avê de vegerand.
Ajansa SANA ya fermî ya hikumeta Sûriyê ji zimanê Rêveberê Dezgeha av a Hesekê veguhestiye, Artêşa Tirkiyê karên Wêstgeha av a Elok ji şeva borî ve rawestandiye, û rê jî, liber karmendên dezgeha avê girtiye û rê nade derbasî Wêstgehê bibin.
Ji dema dagîrkirina Serêkaniyê ji alî Artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser ve, ev dibe zêdetir ji carekê Tirkiyê karên Wêstgehê radiwestîn e, û dide zanîn, li beramberî vekirina avê HSD rê bide kehreb ji bendava Tişrîn, bigihe navçeyên di destê Artêşa Tirkiyê de .