Tirkiye êrîşên hemberî deverên sînorî bi mafê xwe dizane
Wezareta Derve ya Tirkiyê bersiva nerazîbûn hikûmeta Iraqê ya derbarê operasyonên Tirkiyê da û got, bibiryar in bersiva her cure êrişên li ser sînorên xwe bidin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Tirkiyê bersiva nerazîbûn hikûmeta Iraqê ya derbarê operasyonên Tirkiyê da û got, bibiryar in bersiva her cure êrişên li ser sînorên xwe bidin.
Peyvdarê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy, bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva Peyvdarê Wezîrê Derve yê Iraqê da û got, Tirkiye, li hember her cure êrişên çekdarî, di çarçoveya hiqûqa navnetewî de mafê xwe bersivdanê bikar tîne û bibiryar e her cure bergiriyan pêş bixe.
Aksoy got, hikûmeta Iraqê liser operasyonên Artêşa Tirkiyê daxuyaniyên bêbingeh dide û di xuyakirin, ew li bendê ne, hikûmeta Iraqê, di çarçoveya destûrê de, rê nede PKK axa wan bikar bîne û amade ne, tevî hikûmeta Iraqê li dijî PKKê kar bikin.
Aksoy got, eger hikûmeta Iraqê berpirsiyariyên xwe bicîh neyîne, ew bibiryar in, di çarçoveya mafên xwe yên hiqûna navnetewî bergiriya sînorên xwe bikin.
C.B