Wezareta Derve ya Îraqê: Me gelek kart di destan de hene bo besivdana Tirkiyê

Wezareta Derve ya Îraqê tekez kir, ku wan gelek kart di destan de heye daku beranber pêşêlkirinên Tirkiyê bikar bihînin, giringtirîn kart jî, karta abûrî ye.

K24- Hewlêr

Wezareta Derve ya Îraqê tekez kir, ku wan gelek kart di destan de heye daku beranber pêşêlkirinên Tirkiyê bikar bihînin, giringtirîn kart jî, karta abûrî ye.

Ehmed Sehaf, gotebêjê Wezareta Derve ya Îraqê di daxuyanîyekê de, bo ajansa nûeçeyên Sipotink ragehand, Îraqê gelek çavkanîyên hêzê di destan de heye daku beranber bi Tirkiyê bikar bihîne, bi taybet ku niha bi dehan kompanya yên weberhînanên Tirkiyê li Îraqê ne.

Amaje bi wê yekê jî kir, herweha Îraqê balansa veguhertina abûrî li gel Tirkiyê heye ku salane bi behayê 16 milyar dolaran dihêt texmîn kirin.

Got jî: Yasayên nêvdewletî desteberê mafê Îraqê dikin û dikarin penayê bo Civata Asayîşa Nêvdewletî bibin û daxwaz encamdan civîneka bilez bikin b o gêngeşekirina pêşêlkarîyên Tirkiyê li deverên sinûrîyên axa Îraqê û dîsan jî dikarin pena bibin ber Komkara Erebî û Rêkxistîya harîkarîa Îslamî û çend kartên din.

Ehmed Sehaf got jî: Ev hemû kartên fişarê ne û hêzên kara ne di destên hikumeta Îraqê û Wezareta Derve de ku em dikarin beranber bi Tirkiyê bikar bihînin; lê heya niha çavê me li wê yekê ye ku danûstandinên sîyasî û karkirin li gor binemayên cîranîyê û hevsinûrîyê baştirê rêçare ne bo evê mebestê.

Tekez jî kir, heya niha dû caran me balyozê Tirkiyê li Bexda gazî kirîye û me nerazîbûne a gehandîye wî û me tekez kirîye, ku ev pêngava Tirkiyê lekevte yên wê baş nabin.

Ragehand jî, ew karên Tirkiyê dibin sedema hînan girjîyê û duristbûna alozîyê li deverên sinûrî di navbera herdû welatan de.

Li 17yê meha bûrî, supayê Tirkiyê dest bi operasyoneka serbazî kirîye, bi navê (Pincurkên Pilingî) bi bîyanû ya hebûna çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li deverên sinûrî li nav axa Herêma Kurdistanê.