Keçeke Êzdî piştî 6 salan ji destê Daişiê rizgar bû

Keçek din a Êzdî piştî 6 salan ya di destê çekdarên DAIŞê de bû, hate rizgarkirin. Bo dema 3 salan ew li Tirkiyê ma, heta ku çarenivîsa dayik, bav û dû xwişkên wê diyar be. Keça rizgarbûyî ya ji dest DAIŞê dibêje, ew gelek keyfxweş e, lê heta azadkirina dayik, bav wi xwişkên wê, ew dê nekaribe bigihe lûtkeya aramî û bexteweriyê.

K24- Duhok

Helîme temen 22 salîye ji destê Daişê hate rizgarkirin û bi dîtina kes û karên xwe şad bû.

Piştî şeş salên zolm û zordarîyê  bo yekem car bû xwîşkeka xwe hembêz kir û mawê sê salane li welatê Turkiya bû

Helîmayê çendîn caran hewil dida xwe rizgar bike, lê hewlên wê sernedigirtin û hemû caran lêdan dixwar û tûşî nesaxîyan dibû.

Piştî hatîye girtin, Daişê ew berev Mûsil ve birin. Dûv re bo Suriya  û dumahîyê li Turkiya bû, piştî 14 rojên kerentînê li Herêma Kurdistanê û pişkinîna Vayrosa Koronayê  ji alîyê saxlemîya parêzgeha Duhokê ve rê da wê biçe di nav kes û karên xwe de. 

Eyşan xwîşka Helîmayê, ew jî rizgabûya destê Daişe ye li gel dû birayên wê û yek heya niha birîndare û nekare li ser pîyên xwe biçe.

Lê birîna herî mezin ewe dayîk  û bab  û dû xwîşkên wê yên din heya niha çarenvîsên wan nediyare.

Ji malbata Helîmayê 12 kes li Solax, li rojhelatê Şingalê ji bal Daişi ve hatibûn revandin û piraniya wan heya niha bê serûşunin. xwastekên ewên hatine rizgarkirin ewe ku yên mayî jî rizgar bibin û carekê bi dîtina hevdû şad bibin û ev xêzan temam bibe. Ev male maleke bi temamî Da'şê derba xwe lêda mîna sedan xêzanên din yê êzdî.