Dadgeheke Tirkiyê ji yek malbatê 7 welatiyên Efrînê zîndankirin

Dadgeheke Tirkiyê, bi tometa beşdariya çalakiyên çekdarî, biryara zîndanîkirina 7 welatiyên Efrînê da.

K24- Hewlêr

Dadgeheke Tirkiyê, bi tometa beşdariya çalakiyên çekdarî, biryara zîndanîkirina 7 welatiyên Efrînê da.

Hêzên Tirkiye û çekdarên bi ser ve, 16'ê Hezîranê li Efrînê êriş biribûn ser du malên Kurdan û ji heman malbatê bav û dê û bira û bûk bi giştî 7 kes binçav kiribûn.

Lêpirsîna kesên hatine binçavkirin, li bajara Hatayê yê Tirkiyê birêve çû û her heft kes bi tometa beşdariya çalakiyên şewitandina otombêl û endamtiya YPG hatin zîndanîkirin.

Navên kesên hatine zîndankirin ev in, bav Osman û dayik Zeyneb, kurên wan Cengîn û Mihemed û şiyar, bûkên wan Nevîn Şêx û Celîle.

Piştî ku Artêşa Tirk Efrîn dagîr kir, bi sedan kurdên sivîl hatine revandin, kuştin û zîndankirin.