Hikûmeta Herêmê pêngavên bicihkirina yasaya çaksaziyê bileztir dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya vîdyokonferansê serperiştiya civîneke Komîteya Bilind a Bicihkirina Yasaya Çaksaziyê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya vîdyokonferansê serperiştiya civîneke Komîteya Bilind a Bicihkirina Yasaya Çaksaziyê kir.
Di civînê de ku Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî û hejmarek wezîrên pêwendîdar beşdar bûn, guftûgo di derbarê pêngavên bicihkirina yasaya çaksaziyê û reşnivîsa hejmarek peyrewên taybet bi çaksaziyê de hatin kirin.
Piştî guftûgokirina di derbarê reşnivîsê de, çend peyrewên navxwe ji bo asankarîkirina bicihkirina yasaya çaksaziyê hatin amade kirin. Têbîn û serincên pêwîst ji aliyê beşdarbûyan ve hatin pêşkêşkirin. Piştre biryar hat dayîn, di civîna dahatî ya Encûmena Wezîran de bêne pesendkirin.
S. B