Wezareta Tenduristîya Îraqê nûtrîn amara bandora Koronayê belav kir
Wezareta Tenduristîya Îraqê tûşbûn hezar û 796 kes din û mirina 94 bi Vayrosa Koronayê ragehand.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Îraqê tûşbûn hezar û 796 kes din û mirina 94 bi Vayrosa Koronayê ragehand.
Herweha hezar û 724 kes jî di dema 24 demjimêrên bûrî de baş bûn e û nexweşxane hêlane.
Li gor ragehandina Wezareta Tenduristîya Îraqê, piranîya haletên nû û haletên can jidestdanê li Bexda, Silêmanîyê, Kerbela, Besra û Zîqarê hatine tomarkirin.
Bi evê amara nû, hejmara tûşbûyan li Îraqê gehişte 62 hezar û 275 kesan û ji evê hejmarey 34 hezar û 742 kes baş bûn û 2 hezar 567 kesan jî canên xwe ji dest dane.