Qasim Şeşo: Şengal şûna Pêşmergeye û bi vegera wan xweşhal dibin
Qasim Şeşo, fermandeyê Pêşmeregyê Şengal tekez kir, ew xweşhal in bi nûçeya ji hev nêzîkbûna Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanîya Îraqê û çevaerê dikin hêzên Pêşmerge vegerin Şenagalê.
K24- Duhok
Qasim Şeşo, fermandeyê Pêşmeregyê Şengal tekez kir, ew xweşhal in bi nûçeya ji hev nêzîkbûna Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanîya Îraqê û çevaerê dikin hêzên Pêşmerge vegerin Şenagalê.
Di hevpeyîvîneka tyabet de bo Kurdistan 24ê, Qasim Şeşo tekz kir, Çîyayê Şengalê bi hebûna ala ya Kurdistanê ve bedew û şenge, lew me gotîye û dibêjin, çîyayê Şengalê ti hêzekê ji bilî hêza Pêşmerge qebûl nale, çunku Şingal şûna Pêşemerge ye.
Di berdewamî axivtinê xwe de, fermandarê hêza Pêşmergeyê Şengalê aşkera kir, li Fermandeya Şengal 4 hezar Pêşmerge hene û li jêr fermana Wezareta Pêşmerge kar dikin û erkên xwe bicih dikin, lew bi hebûan wan bi sedan xwebexş dikarin parêzvanîyê li seranserê Şengalê bikin.
Piştî serdana şanda serbazî ya Herêma Kurdistanê bi serperiştîya supasalarê Pêşmerge bo Bexdaa, bi armanca ji hev nêzîkbûnê û vegerana hêzên Pêşmerge bo deverên Kurdistanî yên li derve ya rêveberîya Herêma Kurdistanê, dawîn helwêsta alîyên Îraqî weha nîşand dide, ku ji hev nêzîkbûneka baş di navbera herdû alîyan de heye û pêşbînî dihêt kirin, bi evan nêzîkan Pêşemerge û supayê Îraqê bi hevpişkî parêzgarîyê ji asayîşa wan deveran bikin.