Daxwaz ji perlemataran dihêt kirin, qurbanîyên Koronayê di kerta tenduristî de, bi şehîd bihên hejmarkirin.
Cêgirê yekemê serokê Civata Nwêrên Îraqê, Hesen Keibîragehand, pêşnîyazeka nû ji Civata Wezîran hatîye û daxwaz hatîye kirin, hemû ew karmendên Tenduristîyê û pizîşkên bi Vayrosa Koronayê can ji dest didin, navên wan bikeve di lîsta şehîdan de û tevaya maf û îmtiyazatên şehîdan bidin malbatên wan.
K24- Hewlêr

Di evê çarçoveyê de, serokê hikumeta Îraqê, Mistefa Kazimî di dema vekirina nexweşxaneyeka 300 textî li devera Sedir a Bexdayê ragehand, pêşwazîya xelkê Sedir di vekirina nexweşxaneyê cihê xweşhalîyê ye.
Kazimî stayîşa hemû wan karmendan kir, ku di rûbirûbûna Koronayê de roleka berçav hebûne.
Ev pêşnîyaza ku ji Civata Wezîran ve hatîye pêşkeşkirin, di demkê de ye, bi sedema Vayrosa Koronay hejmareka pizîşk û karmendên kerta Tenduristîya Îraqê canên xwe ji dest dane.