Teqînek di nav kargeheka botlên Oksicînê li başûrê Tehran rûda

K24- Hewlêr

Berpirsekê navxweyî yê Îranê ragehand, dû kes hatin kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn ji teqînekê  di nav kargeheka dagirtin û pirkirina botlên Oksicînê li başûrê Tehranê.

Wî berpirsî got jî: Ew teqîn ji encam kêmxemîya karkeran bûye li dema dagirtin û pirkirin wan botlên Oksicînê û ew bûyer li cadeya Turîsm li bajarokê Baqir Şehir, li başûrê Teheranê rûda ye. Zîyaneka mezin jî gehandîye kargehê û li derdora wê jî dîwarên avahîya kargeha duristtkirina parçeyên pêwîstên otombêlan jî herifandîye.