Mesrûr Barzanî daxwaza sizadana bikujên Hîşam Haşimî dike

Mesrûr Barzanî serokê hikumeta Herma Kurdistan peyamek belav kir, derbarê terorkirina şirovekarê sîyasî û ewlehîyê ê Îraqê, Hîşam Haşmî, duhî li pêşîya mala xwe.

 

K24- Hewlêr

Mesrûr Barzanî serokê hikumeta Herma Kurdistan peyamek belav kir, derbarê terorkirina şirovekarê sîyasî û ewlehîyê ê Îraqê, Hîşam Haşmî, duhî li pêşîya mala xwe.

Di peyama serokê hikumetê de hatîye, tîrorkirina şirovakarê  sîyasî û karûbarê ewlehîyê yê Îraqî, Hîşam Haşimî bi tumdnî şermezar dikin. Serxweşîyê arasteya malbat û hevkarên wî dikim.

Mesrûr Barzanî nivîsîye, hêvîdarim encamderên wê tawanê bi zûtirîn dem bigehin sizayên xwe. Terorkirina evî şirovekarê sîyasî û ewlehîyê yê Îraqî, dengvedaneka  mezin heye li navxwe û li derveya Îraqê û daxwaz dihê kirin bikuj bihên vedîtin û sizadan.