Mesrûr Barzanî: Danûstandin li gel Bexdayê berdewam in bo çareserkirina arîşeyan

Evro, Sûşembîyê 7/7/2020, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Cênîn Hêns- Plasxart nwênera taybet a sekretêrê giştî yê neteweyên Yekgirtî li Îraqê.

K24- Hewlêr

Evro, Sûşembîyê 7/7/2020, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Cênîn Hêns- Plasxart nwênera taybet a sekretêrê giştî yê neteweyên Yekgirtî li Îraqê.

Di civînê de, danûstandin hatin kirin derbarê rewşa Îraqê û hewlên çareserkirina arîşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedral de.

Nwênera taybetî ya Sekretêrê giştî yê Neteweyê Yekgirtî li Îraqê amadeyî nîşan da bo hevkarîkirina hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedral bo gehiştinê bi rêkkevtineka giştgîr, bingehî û demdirêj ku cihê razîbûna herdû alîyan û li berjewendîya hemû hevwelatîyên Îraqê be.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê da, ku danûstandinên di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedral berdewame bi armanca çareserkirina hemû arîşeyan bo gehiştinê bi rêkkevtinekê li ser binemaya destûrê Îraqê.

Herweha serokê hikumetê tekez kir li ser giringîya karakirina mîkanîzma hevahengîya hevpişika ewlehîyê  di navbera hêzên Pêşmerge û supayê Îraqê de li  deverên Kurdistanî yên li derve ya rêveberîya hikumeta Herêma Kurdistanê.