Piraniya tûşbûyên Koronayê li Herêma Kurdistanê li jêr temenê 40 salîyê ne

Piranîya ew kesên li Herêma Kurdistanê tûşî Vayrosa Koronayê dibin, temenên wan di navber 30 bo 40 salîyê ye û kêmtirîn hejmara zaroyan tûşî wê Vayrosê dibin.

K24- Hewlêr

Piranîya ew kesên li Herêma Kurdistanê tûşî Vayrosa Koronayê dibin, temenên wan di navber 30  bo 40 salîyê ye û kêmtirîn hejmara zaroyan tûşî wê Vayrosê dibin.

Gotebêjê Tenduristîyê behsa wê yekê dike, pişkek ji wan kesên niha di nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê çareserîyê werdigirin, xort in û ti nexweşîyên demdirêj nîn in, lê nîşanên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê bi aşkera bi wan re dîyare.

Mehemed Qadir, gotebêjê Wezareta Tenduristîyê dibêje: Piranîya ewên canên xwe ji dest dane temenên wan li ser 50 salîyê ve bûne û nexweşîyên demdirêj hebûne. Lê xalek giring heye ku divê bihêt behis kirin, ew jî ewe, ku xort hebûye bi koronayê canê xwe ji dest daye di demekê de wî ti nexweşîyên din nebûye. Ev jî nîşaneyeka metirsîdare.

Şaraezayên Tenduristîyê dibêjin Korona metirsîdare bo hemû temenan, lê kêmtir metirsî li ser jîyan zaroyan durist dike û ew baştir çareserîyê werdigirin.

Li gor datayên wezareta Tenduristîyê, pişka mezin ji tûşbûyên Koronayê li Herêma Kurdistanê temenên wan di navebera 30 bo 39 salan e. pişka mezin ji mriyan jî bi wê sedemê temenên wan li ser 50 salîyê ve ye. li jêr temenê 40 salîyê 15 haletên mirinê hatine tomar kirin, çend haletên mirinê jî hatine tomarkirin ku ti nexweşîyên dirêjdem nebûne.