Rêxistina Tendirustiya Cîhanê hevkariyên bijîşkî dişîne Herêma Kurdistanê

Biryar e di çend rojên bê de, Rêxistina Tendirustiya Cîhanê pêwîstiyên bijîşkî bişîne Herêma Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e di çend rojên bê de, Rêxistina Tendirustiya Cîhanê pêwîstiyên bijîşkî bişîne Herêma Kurdistanê.

Endamê Komîta Bilind a Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê Dr. Diyar Îbrahîm ji K24ê re ragihand, 18 vê mehê karwaneke hevkariyan a Rêxistina Tendirustiya Cîhanî bigihe Hewlêrê, ku ji 4 ton kelûpelên pişknînê û pêwîstiyên ji bo pêketiyên vîrusa Korona pêk tên.

Dr. Diyar Îbrahîm da zanîn, şandina van hevkariyan, piştî rêkeftina rasterast a Herêma Kurdistanê ligel Rêxistina Tendirustiya Cîhanê tê.

 

S. B