Li Efrînê revandina Kurdan û birîna daran berdewam e
Li Efrînê revandina welatiyan, sepandina bacan, dizî û talan û birîna darên zeytûnan berdewam e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Efrînê revandina welatiyan, sepandina bacan, dizî û talan û birîna darên zeytûnan ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve berdewam e.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekar “El Nuxbe” duhî 6ê Tîrmehê kesek bi navê Mihemed Elî Mistefa ji gundê Dêrwîş yê li navçeya Şera revand û li hember berdana wî daxwaza pereyan ji malbata wî kirin.
Li gundê Mamila li navçeya Reco, grûpa Mihemed El Fatih duhî 6ê Tîrmehê xortê bi navê Lewend Omer Simo revand û li hember berdana wî jî daxwaza pereyan ji malbata wî hate kirin.
Ji aliyekî din ve wê rêxistina mafên mirovan belav kir, grûpa çekdar “Hemzat” 50 darên zeytûnan ên Ebdulrehman Nasir li gundê Keferdelê û 60 darên Farûq Necar li gundê Eyn Dara birîn.
Da zanîn jî, li gundê Firêriyê li navçeya Cindirêsê ji ber ku gundiyan rê neda grûpa çekdar destên xwe danin ser dikanên gund û red kirin bacê bidin, grûpa El Hemzat gule di nava gund de avêtin û di encamê de 3 gundî birîndar bûn.
Wê rêxistinê amaje bi wê jî da, çekdarên grûpa El Hemzat li gundê Maratê hejmarek mî û bizinên Ehmed Heno dizîn û piştî ku wî baceke mezin da çekdaran, mî û bizinên wî lê vegerandin.
S. B