3 welatiyên Efrînê bi kuştina efserekî Tirk berî 30 salan tên tometbarkirin

Grûpên çekdar ên li Efrînê 3 welatiyan direvînin û bi tometa ku berî 30 salî efserekî Tirk kuştine, radestî hêzên Tirkiyê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê 3 welatiyan direvînin û bi tometa ku berî 30 salî efserekî Tirk kuştine, radestî hêzên Tirkiyê kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê belav kir, roja 2ê tîrmehê grûpa çekdar a bi navê ”Polîsên Serbazî” 3 welatiyên Kurd revandine û radestî Tirkiyê kirine.

Wê rêxistina mafên mirovan navên wan her welatiyan diyar kir: Salih Osman 59 salî ji gundê Mamila, Mihemed Hisên 64 salî ji gundê Şediya, û Hesen Mûrad 73 salî ji Kurê ne.

Amaje bi wê da, ew her sê welatî bi tometa ku roja 16ê Hezîrana 1990 bûne sedema kuştina efserekî Tirk li ser sînorê Tirkiyê, li Hataya Tirkiyê lêpirsîn bi wan re tê kirin û di darê zorê hîştine ku ew li vê tawanê mikur bên.

Li gor zanyariyên wê rêxistinê, di wê demê û derbarê wê bûyerê de Qeymeqamê Efrînê û Rêvebirê Nahiya Raco ji bo bajarokê Qiriqxanê hatibûn xwastin û piştî lêkolînan diyar bû ku ew efserê Tirk bi guleya qaçaxçiyên Tirk hatiye kuştin û nasnameya kujer jî hat diyarkirin.

Herwiha wê demê jî, Rêvebirê Nahiya Raco her yek ji wan her sê welatiyan bi tometa ku qaçaxçiyê dikin, 6 mehan xistibû zîndanê.  

 

S. B