Dermanê çareserkirina pêketiyên Korona li Kurdistanê tê berhemanîn

Kompanyaya dermansaziyê “Awamedica” li Hewlêrê dermanê dijevîrisê ê ji bo çareserkirina pêketiyên Koronaya nû Covid-19 berhem tîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kompanyaya dermansaziyê “Awamedica” li Hewlêrê dermanê dijevîrisê ê ji bo çareserkirina pêketiyên Koronaya nû Covid-19 berhem tîne.

Rêvebirê Marketîng û Girîngîpêdanê di kompanyaya “Awamedica” de Dr. Şaxwan Zahir ragihand, bi hevkariya navendên pisporî yên cîhanê bi serkeftin dermanê dijevîrusê “Favipiravir” ê ji bo çareserkirina pêketiyên Koronayê berhem anî.

Dr. Şaxwaz Zahir got jî: Yekem dane ji Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê hat şandin, ji bo li ser hemû navendên çareserkirina Koronayê de bê belavkirin.

 

S. B