Li devera Soranê 13 kesên din bi Koronayê ketin
Qeymeqamê Soranê Kurmanc Izet ragihand, îro 13 kesên din li devera Soranê wek hilgirên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Qeymeqamê Soranê Kurmanc Izet ragihand, îro 13 kesên din li devera Soranê wek hilgirên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin.
Qeymeqamê Soranê di daxuyaniyekê de da zanîn, îro 7 kes li qezaya Riwandizê û 6 kes li Soranê wek hilgirên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin.
Diyar kir jî, îro 100 test hatin kirin û ji niha û pê ve bi awayekî rojane amarên pêketiyan radigihînin.
Amaje bi wê jî da, di heyama hefteyekê de, hejmara pêketiyên Koronayê li devera Soranê gihîşt 46 kesan.
S. B