Li Girê Sipî teqîn.. Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Girê Sipî teqînek çê bû û hejmarek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Girê Sipî teqînek çê bû û hejmarek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Jêderekî ji Girê Sipî ji K24ê re ragihand, otombîleke bombekirî li pêş firneya otomatîkî li nêzîkî şaredariya bajêr teqiya.

Li gor zanyariyên destpêkê 4 kes hetin kuştin ku di nava wan de zarok hene û 7 kes jî birîndar bûn.

Li herêmên Kurdî Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin, her car teqîn rû didin û welatiyê sivîl dibin qurbanî.

 

S. B