Li Raperîn kesekî bi Koronayê canê xwe jidest da

Li devera Raperîn ya Herêma Kurdistanê kesekî din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li devera Raperîn ya Herêma Kurdistanê kesekî din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest da.

Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Raperîn belav kir, îro peyayekî 63 salî piştî mana 10 rojan li nexweşxaneyê, îro bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest da.

Diyar kir jî, bi vê haletê, hejmara kesên li Raperînê canê xwe bi Koroneyê canê xwe jidest dane gihîşt, 10 kesan.

Li gor dawî amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 8 hezar û 134 kes bi Koronayê ketine, jê 271 kesan canê xwe jidest dane û 2 hezar û 868 kes jî baş bûne.

 

S. B