Li Îranê 153 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Îranê 153 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan û zêdetirî 2700 kesên din jî bi wê vîrusê ketin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Îranê 153 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan û zêdetirî 2700 kesên din jî bi wê vîrusê ketin.
Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê, Dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 691 kes li Îranê bi Koronayê ketine û 153 kes jî bi Koronayê canê xwe jidest dan.
Dr. Larî her wiha da zanîn, hejmara pêketiyan gihîştiye 248 hezar û 379 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 12 hezar û 84 kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê anî ziman ku heta niha 209 hezar û 463 nexweşên Koronayê baş bûne lê rewşa 3 hezar û 300 nexweşan jî xirap e.
S. B