HSD: Bi Amerîka û Rûsya re kar dikin, ta êrîşên Tirkiyê rawestînin
Peyvdarê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, ew bi Amerîka û Rûsyayê re kar dikin, ta binpêkirinên ji aliyê Tirkiyê û çekdaran ve tên kirin, rawestînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, ew bi Amerîka û Rûsyayê re kar dikin, ta binpêkirinên ji aliyê Tirkiyê û çekdaran ve tên kirin, rawestînin.
Peyvdarê Fermî yê HSDê Kîno Gabriyêl li ser rewşa Eyn Îsayê û komkirina hêzeke zêdetir ji aliyê Tirkiyê ve, ji K24ê re ragihand, HSD pabend e bi rêkeftinên agirbestê yên di navbera Rûsya û Tirkiyê û Amerîka û Tirkiyê de hatine îmzekirin. Li gor wan rêkeftinan jî hêzên rêjêma Sûriyê li ser sînor belav bûne û hêzên HSDê jî li navçeyên başûrê sînor in. HSDê hemû xalên rêkeftinên agirbestê bicih kirine û li gor wan gerên çavdêriyê yên hevbeş jî birêve diçin.
Kîno Gabriyêl da zanîn, Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wê ve bi berdewamî wan rêkeftinan binpê dikin û êrîşî navçeyên Eyn Îsayê û gundewarê Girê Sipî û Serokê Kaniyê dikin.
Diyar kir jî, ew bi Amerîka û Rûsyayê re kar dikin, ta ev binpêkirin bêne rawestandin û Tirkiye ti êrîş û operasyonên din li navçeyên me neke.
Got: Tirkiyê di rojên bûrî de hêzên xwe li navçeyên dagîr kirine zêde kirine û êrîşan jî pêk tîne, wek bombebarankirina sivîlan gundê Kobaniyê û li ser riya M4 û Eyn Îsayê. Herwiha em daxwaz ji Amerîka û Rûsyayê dikin, ku Tirkiyê bi rêkeftinên agirbestê pabend bikin û rêgiriyê li êrîşên wê bikin.
Peyvdarê HSDê Tekez kir jî, heger Tirkiye êrîşî navçeyên din bike, ew wek HSDê dê berevaniyê li xaka xwe bikin û bersivê bidin.
Derbarê derbasbûna hêzên Rûsî bo herêma Dêrikê, Peyvdarê HSDê got, hêzên Rûsî di çarçova rêkeftina agirbestê de mafê wê heye bi Tirkiyê gerên çavdêriyê li ser sînor bike.
Li ser pirsa biçekirina zarokan, ku di dema dawî de hejmarek zarok li navçeyên HSDê ji bo karên serbazî hatine birin, Peyvdarê HSDê got, ew wek HSDê wan li ser rêkeftinan îmze kirine ku nabe zarok bêne biçekirin. Lê ew li ser biçekirina zarokan a vê dawiyê ne agahdar in.
S. B