Hejmara pêketiyên Korona li Hewlêrê zêde dibe

Peyvdarê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê aşkere kir, niha nêzîkî 650 pêketiyên Koronayê li nexweşxaneyan hene û rewşa tendirustî ya hinan ne cîgir e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê aşkere kir, niha nêzîkî 650 pêketiyên Koronayê li nexweşxaneyan hene û rewşa tendirustî ya hinan ne cîgir e.

Peyvdarê Tendirustiya Hewlêrê Bijar Mûsa ji K24ê re ragihand, hejmara pêketiyên Koronayê li Hewlêrê zêde bûye û niha 645 pêketî li nexweşxaneyên taybet ên Koronayê di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Diyar kir jî, sedema zêdebûna wê hejmarê vedigere wê yekê, welatî wek pêwîst pabendî rênimayan nabin, ji ber wê divê welatî hevkar bin ji bo hejmara pêketiyan kêm bibe.

Aşkere kir jî: Rewşa tendirustî ya beşek ji pêketiyan ne cîgir e. niha 18 kes di jêr amûreya henasadana deskird de be. Her çend e em ne bêhêvî ne, lê heger rewş wiha berdewam bibe, dê baca vê zêdebûnê giran bidin.

 

S. B