Rojnamenvan û hunermend Şêrzad Ebdulrehman koça dawîyê kir
Piştî çend salan ji nexweşîyê û wergirtina çareserîyê ji navxwe û derveya welat, evro Şêrzad Ebdulrehman rojnamevan û hunermend bi sedema nexweşîyeka demdirêj li nexweşxane ya rizgarî, li bajarê Hewêrê koça dawîyê kir.
K24- Hewlêr

Şîvan Şêrzad, kurê Şîrzad Ebulrehman, nûçe ya koça dawîya bavê xwe belav kir û ragehand, bi sedema nexweşîyê ve, evro bavê min koça dawîyê kir.
Şêrzad Ebdulrehman li sala 1958 li taxa Teyrawe li Hewlêr ji dayîk bûye. Li sala 1970 li Radyo ya Kurdî ya Bexdayê bi strana Doste Doste kete di nav cîhana huner û muzîkê de û dûv re çend stranên din belav kir. Wek strana Lîmo Hey Lîmo ku bo radyo û telefizyonê belav kir. 24 pertûk hene. Di dîroka xwe ya rojnamevanî çendî berpirsyarî wergirtîye, sernivîserê govara Herêma Kurdistanê bû rêveberê nivîsîna heftenameya Hawkarî, rojnameya Xebat, Birayetî. Li gel çend postên din û bi sedam nivîsîn û gotar di rojname û govaran de belav kiîriye. Evro Çarşembîyê 8/7/2020 bi sedema nexweşîyê koça dawîyê kir.