Di dema 24 demjimêrên bûrî de 2,741 kes li Îraqê tûşî Koronayê bûn

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demjimêrên burî yên bandora Koronayê li seranserî Îraqê bi Herîma Kurdistanê vê ragehan.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demjimêrên burî yên bandora Koronayê li seranserî Îraqê bi Herîma Kurdistanê vê ragehan.

Li gor ragehandina Wezareta Tenduristîya Îraqê, di dema 24 demjimêrên burî de, 2 hezar û 742 kes tûşî Vayorsa Koronayê bûne û 94 kesan jî bi wê nexweşîy canên xwe ji dest dane. Hevdem 1627 kes jî baş bûne.

Heya niha hejmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê li seranserî Îraqê gehiştîye 67 hezar û 442 helatan. Ji evê hejmareyê 2,779 kesan bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dane. 37,879 kes jî bi temamî baş bûne û 26,784 kes jî di nexweşxaneyan de mane.