Kesek dî li Seyîd Sadiq bi Koronayê canê xwe ji dest da
Evro kesekê dî yê tûşbûyê Vayrosa Koronayê li qeza ya Seyîd Sadiq canê xwe ji dest da û hejmara wan kesên li wê qezayê bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji desta dane gehişte 11 kesan.
K24- Seyîd Sadiq
Evro kesekê dî yê tûşbûyê Vayrosa Koronayê li qeza ya Seyîd Sadiq canê xwe ji dest da û hejmara wan kesên li wê qezayê bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji desta dane gehişte 11 kesan.
Qaymeqamê qeza ya Seyîd Sadiq di ragehandinekê de aşkera kire, yazdemîn haleta can ji destdanê bi Vayrosa Koronayê hate tomarkirin, ku zelamekê temen 55 salîye û rûniştvanê qeza ya Seyîd Sadiq e. piştî çend rojan li nexweşxaneya Silêmanîyê hate razandin, evro canê xwe ji dest da.
Qaymeqamê qeza ya Seyîd Sadiq ragehand jî, daxwaz ji hevwelatîyan dikin pabendê rênimayî yên tenduristîyê bin xweparêzîya temam bikin.