Firset Sofî: Bi sedema teşenekirina Koronayê rewşa Hewlêrê metirsîdare
Parêzgarê Hewlêrê ragehand, rewşa Hewlêrê bi sedema teşenekirina Vayrosa Koronayê metirsîdare, heke hevwelatî pabendî rêkarên xweparêzîyê nebin, pêşbînî dihêt kirin karesat rûbide.
K24- Hewlêr
Parêzgarê Hewlêrê ragehand, rewşa Hewlêrê bi sedema teşenekirina Vayrosa Koronayê metirsîdare, heke hevwelatî pabendî rêkarên xweparêzîyê nebin, pêşbînî dihêt kirin karesat rûbide.
Di kongireyeka rojnamevanî de, Firset Sofî, parêzgarê Hewlêrê got: Hewlêr berev rewşa nexwaztî û nebaş diçe., li ser evê binemayê jî me qedexeya temam a hatinûçûnê şeş rojan ragehand û encamên baş jî hebûn, lê cihê daxêye pabend nebûn û têkelbûn û negirêdana demamkan careka dî amara tûşbûnê bi koronayê careka dî zêde kir.
Parêzgarê Hewlêr got jî: Heke rewş bi vî awayê berdewam be, din şaîyan de nabe hemû tûşbûyan di nexweşxaneyan de bihên razandin. Ewa li ser me bû wek hikumet me kirîye, niha erkê hevwelatîyane xwe biparêzin.
Parêzgarê Hewlêrê tekez kir, rewşa Hewlêrê, rewşeka metirsîdare, heke xelik xwe neparêze, renge berev karesateka mezin biherin.
Ev axivtinên parêzgarê Hewlêrê piştî wê yekê dihêt, li gor amara Wezareta Tenduristîyê di dema 24 demjimêrên burî de li sinûrê parêzgeha Hewlêr 186 kes tûşî Vayrosa Koronayê bûn e.